Leyla Guven 177 roj in li ber xwe dide 2019-05-03 09:34:30 AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 177'emîn de dewam dike.      Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 177'emîn de li mala xwe ya li Amedê berdewam dike.     Li aliyê din, li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 164'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 138'emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve dabû destpêkirin 139 roj in berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 63'yemîn de berdewam dike.    ROJIYA MIRINÊ YA 15 GIRTIYAN DEWAM DIKE    Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 4'emîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne wiha ne:   Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Ergîn Akhan, Enver Donmez, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.   BERXWEDANA DERVE DEWAM DIKE    Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 117 roj, Gurbet Ektîren 108, Mahsun Şen 119 û Mûrat Aksin 50 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 117 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 66 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.     Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.    JI BO ŞERMEZARKIRINA TECRÎDÊ ÇALAKÎ PÊK ANÎN    Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.