'Dema min bi destê wî girt wekî qeşayê cemidî bûn' 2019-05-03 09:31:59 AMED - Refîka Nergîz ku kurê wê yê nexweş Alî Nergîz li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Wexta min bi destên wî girt wekî qeşayê cemidî bûn."    Çalakiya greba birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî didome. Her wiha di 30'yê Nîsanê de 15 girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê.    Yek ji girtiyên di greba birçîbûnê de ye jî Alî Nergîz e. Nergîz, Ji sala 2008'an ve girtiye û ji ber bûyera "êrîşa Seyrantepeyê" hatiye girtin û 5 caran cezayê muebeta giran lê hatiye birîn. Nergîz, li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Dayika wî Refîka Nergîz ku du zarokên wê di nav refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dane û kurê wê Alî Nergîz jî di girtîgehê de ye, diyar kir ku di 25'ê Nîsanê de kurê xwe Alî dîtiye.    ZIHÎF BÛYE   Dayik Nergîz, anî ziman ku berê kurê wê 59 kîlo bûye lê belê niha 50 kîlo ye û got: "Pir zihîf bûye. Tansiyona wî tim kêm dibe. Madeya wî nerihet e û tim vedirişe. Ji ber pri zihîf bûye, nehiştin em wêne bikişînin. Nahêlin kesên di greva birçîbûnêd e wêne bigirin. Naxwazin ên li derve halê wan bibînin. Ji bo negirim min bi zorê xwe girt. Lê wexta derketim têr giriyam. Hîn jî ne li ser hişê xwe me. Ew der di bîra min de ye. Ên din jî hevalên wî ne. Li ber gişan dikevim. Hemû zarokên me ne. Bi şev xew bi çavê min nakeve. Wexta tên bîra min xew mew namîne."    ‘WEXTA XWARINÊ DIXWIM TÊ BÎRA MIN'   Nergîz ku nexweş e diyar kir ku tim dixwaze kurê xwe bibîne û bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi kurê xwe re: "Min bi destê wî girt. Destên wî wekî qeşayê sar bûn. Hestiyên wî xuya dikirin. Goşt û hestî bibûn yek. Halê wî ne tu hal bû, nikaribû bimeşe. Pantorê wî jê diket. Wexta min di wî halî de wî dît, ji xwe çûm. Wexta gepek nan jî bixwim tê bîra min. Dibêjim, birçî ye. Tê bîra min û niarim xwarinê bixwim."    ‘BILA MALBAT JI BER GIRTÎGEHAN NEÇIN'    Nergîz, anî ziman ku kurê wê gotiye: "Eger neketama greva birçîbûnê, ez ê nerihet bûma. Niha wijdanê in pir rihet e. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. Cenazeyê me jî derkeve teqez em ê bigihêjin armanca xwe."    Dayik Nergîz, xwest li girtîgehan tu kes nemire û got: "Divê malbatên ku zarokên wan girtî ne bên cem hevdy û dengê xwe bilind bikin. Bila dilê dayika neşewite. Divê her kes rabe ser piya. Xwazî bila me bikujin, lê em ji ber girtîgehan pêvtir neçin cihekî din Bila zarokên me nemirin, em ê ji dêvla wan bimirin."    MA / Zuhal Atlan - Ozgur Paksoy