Li Rihayê tenê du hosteyên vî karî mane 2019-05-03 09:23:44 RIHA - Berê li Rihayê 150 hosteyên karên çerman dikirin hebûn, lê belê niha tenê 2 hoste mane. Hosteyan diyar kir ku êdî kes destekê nade wan û ji ber vê hindik maye karê wan bi temamî biqede.    Mehmet Karaca ku 35 sal in li Tabakxaneya Rihayê karê çerman dike, diyar kir ku karê bav û kalan li ber tunebûnê ye. Karaca, diyar kir ku tevî krîza aborî pirsgirêkên wan zêde bûne û eger wisa dewam bike êdî wê nikaribin tu karî bikin.    Karaca, bilêv kir ku ew çerman paqij dikirin û bi van çerman def, erbane û bendan çêdikin. Karaca, diyar kir ku berê 100-150 dikanên ku vî karî dikirin hebûn û lê belê niha ew du kes mane. Karaca, anî ziman ku bavê wî ev karî hînî wî kiriye û ew jî hînî zarokên xwe dike û got: "Lê belê zarokên min dibênin em ê vî karî nekin. Mafdar in, ma karekî ku meriv têr neke çima bike. Ji ber karê min e dikim, an jê debara mirovan nake. Karê dikim sinhet e."    Karaca, diyar kir ku divê şaredarî destekê bide wan, lê belê nade wan.    Karaca, destnîşan kir ku ji bo ev pîşe mayînde be divê bê pêşxistin û got: "Qaşo alîkariya me dikin. Şertê makînebûnê didin ber me. Lê ji ber karê me karê destkariyê ye, em ê çi bikin. Dewlet destekê nade destkariyê, dide makîneyê. Eger wisa dewam bike wê ev pîşe bi temamî biqede. Li Tirkiyeyê kêm kes vî karî dikin."