Doza belgefîlma ‘Bakur’ hat taloqkirin 2019-05-02 16:57:38   ÊLIH – Danişîna doza derhênerên belgefîlma “Bakur” Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu hat taloqkirin.    Dadgeha Êlihê derbarê derhênerên belgefîlma “Bakur” Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu de bi îdaya “propaganda rêxistinê kirine” dabû vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Ji her du derhêneran re heta 5 salan cezayê hepsê tê xwestin. Demîrel û Mavîoglu li gel parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik û gelek derhêner û sînemageran doz şopandin.    ‘BI ÎFADEYÊ POLÎSEK HAT VÊ MERHALEYÊ’    Dozger mutalaya xwe dubare kir û xwest Demîrel û Mavîoglu bên cezakirin.    Demîrel parastina xwe ya nivîskî pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Parêzer Meral Hanbayat Yeşîl jî da zanîn ku belgefîlma Bakur li çar aliyên Tirkiyeyê hat pêşandan û tenê li Êlihê li ser îfadeyên midurek polîsan mijar hat vê astê.    ‘DI SERDEMA AŞTIYÊ DE HAT KIŞANDIN’    Mavîoglu jî parastina xwe ji danişînek din re hişt. Parêzera Mavîoglu, Rozerîn Seda Kîp jî parastina ji bo miwekîlê xwe nivîskî pêşkêşî heyetê kir û bi bîr xist ku belgefîlma Bakur di serdema pêvajoya aştiyê de hatiye kişandin.    DANIŞÎN TALOQ BÛ   Piştî parastinan heyeta dadgehê ji bo naverok dosyeya lêpirsîna derbarê derhêner Mavîoglu de di sala 2018’an de hatiye destpêkirin bê lêkolînkirin danişînê taloqî 18 tîrmehê kir.