Li Gebzeyê mudaxele: 4 kes binçav kirin 2019-05-02 14:53:52 STENBOL – Polîsan mudaxeleyî çalakiya malbatên girtiyan a li ber Girtîgeha Gebzeyê kir û 4 kesan binçav kirin.  Çalakiya malbatên girtiyan a ji piştevaniyê ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ya Kocaeliyê ji 9’ê nîsanê e didome. Malbatan wek her roj xwestin li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar bixin û piştevaniyê bidin girtiyan. Polîsan mudaxeleyî malbatan kir û 4 kesan bi derbkirinê binçav kir. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Gebzeyê.    POLÎSAN DÎMEN PAQIJ KIRIN    Parêzerên piştevanî dan malbatan jî di kêliya mudaxeleyê de hatin derbkirin. Li aliyê din wêne û dîmenên rojnameger û parêzeran kişandin ji aliyê polîsan ve hatin paqij kirin.