Bi hêceta ‘wergêr nîne’ pirtûka wî nedanê 2019-05-02 14:13:08   ÎZMÎR – Girtî Ahmet Ayboga yê li Girtîgeha Odemîşê tê ragirtin pirtûkek kurdî nivîsand û bi hêceta “wergêr nîne” pirtûkê nedan Ayboga.    Hat ragihandin li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Îzmîrê bi hêceta “wergêr nîne” pirtûkên kurdî nadin girtiyan. Ev pirsgirêk demek dirêj e diqewime û ji ber vê yekê girtiyan gellek caran daxwazname da Dozgerê Girtîgehê lê tu encam bi dest nexistin.    Ahmet Ayboga yê li heman girtîgehê ragirtî ye pirtûkek kurdî nivîsand û da çapkirin. Tevî ku pirtûk berê bê çapkirin ji aliyê rêveberiya girtîgehê kontrol kir jî lê pirtûk piştî hat çapkirinê nedanê.    Hat zanîn ku li gel pirtûkên kurdî, kart û nameyên bi kurdî jî ji girtiyan re tên şandin nadin wan. Tevî ku girtî ji bo vê yekê daxwazname didin jî lê serlêdanên wan bêencam dimînin.