Partiyên îtîfaqa kurd çûn serdana Hevşaredar Ahmet Turk 2019-05-02 13:54:13   MÊRDÎN – Nûnerên partiyên kurd ên ku di hilbijartina xwecihî de bi HDP’ê re îtîfaqê pêk anîbûn, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kirin.   Rêveber û nûnreên Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) ku bi HDP’ê re îtîfaqa hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê pêk anîbûn, çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Musa Farisogullari û Îmam Taşçier jî bi nûnerên partiyan re çûn serdanê.   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, rêveberên HDP'ê û DBP'ê heyetê pêşwazî kirin. Di serdanê de Turk derbarê rewşa şaredariyê û serdema qeyûm de hin agahî bi heyetê re parve kir. Heyet herî zêde li xerckirinên çerez û qahwe ya di serdema qeyûm de heyîrî man.    Turk got ew ê têkildarî hemû kirinên li şaredariyê pêk hatine serî li rêyên darazê bidin.    Piştî serdanê heyet ji şaredariyê veqetiya.