AYM’ê serlêdana ji bo rojnameger Ataman red kir 2019-05-02 13:29:53 WAN – Parêzeran ji bo rojnameger Ziya Ataman serî li AYM’ê dabû. AYM’ê serlêdana takekes red kir.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Ziya Ataman ev nêzî sê salan e girtî ye. Parêzer Bariş Oflas û Veysel Ok ji bo Ataman serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM)d abûn. AYM’ê serlêdana takekes nirxand û red kir. Parêzeran got dê piştî biryara AYM’ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bidin.