Rêbaza salên 1990’an: Gundî kom kirin, heqaret, îşkence, şewitandin û binçav kirin 2019-05-02 12:54:16 WAN – Eskeran di hefteyekê de du caran bi ser gundê Aşqana Payîzavayê de girtin û hemû qûtên gundiyan şewitandin. Şêniyên gund gotin eskeran her cûre heqaret û şidet li wan kiriye.  Di navbera 25’ê nîsanê û 1’ê gulanê de eskeran û tîmên taybet du caran bi ser gundê Aşqan a girêdayî navçeya Payîzavaya Wanê de girtin û operasyon li dar xistin. Di serdegirtinê de eskeran her cûre heqaret û neheqî li şêniyên gund kirin û wan bi saetan li meydana gund sekinandin. Eskeran dest danî ser qût û eşyayên gundiyan û birin li Newala Nordizê rijandin.    RÊBAZA BERÊ: GUNDIYAN LI MEYDANA GUND KOM KIRIN   Roja 25’ê nîsanê 9 helîkoptêrên Skorsky bi ser gund de girtin û bi saetan li malan lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê welatî Abdurrahman Dîk bi îdaya “alîkarî daye rêxistinê” binçav kirin. Hat zanîn ku eskeran rojek Aburrahman Dîk li qereqola kevn a nêzî gund ragirtine.    Her wiha di heman rojê de şêniyên gund li meydana gund hatin komkirin û bi saetan wan sekinandin. Di operasyonê de dest danîn ser hin telefonên welatiyan û erzaqên wan li meydana gund kom kirin. Eskeran pişt re erzaqên gundiyan wek “Kelûpelên di sitargehan de hatin bidestxistin” serwîsî çapemeniya tirk kirin.    Nûçegihanên ajansa me Mezopotamyayê çûn gund û derbarê serdegirtinê de bi şêniyên gund re hevpeyvîn kirin.    BEHSA SERDEGIRTINÊ KIRIN    Kinyas Gencer behsa operasyona 25’ê nîsanê kir û got: “Saet li derdora 05.00’an helîkoptêran gund dorpêç kirin û eskeran bi ser malan de girt. Li hemû malan lêgerîn pêk anîn. Arvan, şekir, savar, kartol, texte û hemû eşyayên me din wek yên ‘PKK’ dan nîşandan û şewitandin. Lêgerîna li gund 24 saetan dewam kir. Çêr û heqaretan li me kirin. Nehiştin sewalên me derkevin derve û birçî man. Eşyayên ku wek yên PKK’ê dan nîşandan hemû yên gundiyan in.”    'ERZAQÊN ME ŞEWITANDIN’    Duh serê sibê jî eskeran bi ser gund de girt û malan yek bi yek lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê bi îdaya derbarê M. Kasim Koçak (45) û Menav Kaçak (55) biryara girtinê heye binçav kirin. Binçavkirî li Fermandariya Cendirmeyan a Payîzavayê tên ragirtin.    Haliya Koçak a ku eskeran deriyê wê şikandin jî wiha got: “Esker hatin malê û li kurê min dan. Min ji wan re got çi sûcê kurê min heye û min wî ji destê wan xilas kir. Di serdegirtina ewil de du rojan man û vê carê jî rojek man û çûn. Hemû erzaq jî yên gundiyan in. Hemû erzaqên me şewitandin.”    ‘MIHÊN ME JI BIRÇÎNA MIRIN’   Fevzî Koçak jî anî ziman ku ji ber sewalên xwe dernexistin çolê du mihên wî mirine û got: “Deriyên me şikandin û heqaret li me kirin. Erzaqên hatin desteserkirin şewitandin û birin avêtin avê. Tupê me teqandin. Şekir û xwêya me li derdorê belav kirin. Çima vê zilmê li me dikin?”    'AVA GERM REŞANDIN SER ÇAVÊ MIN’    Mehdî Koçak jî da zanîn ku eskeran di operasyona duh de şîmaq lê xistine û piştî ku gotiye nizane Sabrî Koçak li ku ye eskeran eskeran pihîn li ser çavê wî dane.    Ferhat Gencer jî diyar kir ku eskeran îşkence lê kiriye û ji ber bersiva “nizanim” daye pirsên eskeran fermandarê wan ava germ a di termos de reşandiye ser çavê wî.    ALÊN HDP’Ê ŞEWITANDIN    Her wiha şêniyên gund gotin di operasyona duh de eskeran alên HDP’ê û posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî şewitandine.    MA / Mujdat Can