Doza Panzêrê hat dîtin: Polîsê bersûc dîsa dest bi wezîfeyê kiriye 2019-05-02 12:32:59 ŞIRNEX – Danişîna 8’emîn a doza birayên hev Yildirim ku polîsan panzêr li wan qeliband û kuştibû hat dîtin. Parêzeran bertek nîşanî rapora ji bo polîsê bersûc hat amadekirin dan. Polîsê bersûc Omer Yegît got wî ji nûve dest bi wezîfeyê kiriye.  Di 3’ê gulana 2017’an de li navçeya Silopiya Şirnexê polîs Omer Yegît panzêrê li Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) qeliband û ew kuşt in. Danişîna 8’emîn a doza derbarê polîs Omer Yegît û amirê ku wî wezîfedar kiribû Murat Maden de hat vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Her du polîs jî bêgirtin tên dirazandin û ji sûcê “Bi qisûr bûne sedema kuştina gellek kesan” tên darizandin û ji 2 salan heta 15 salan ceza tê xwestin.    Piştî kontrola nasnameyan danişînê dest pê kir. Rapora “hindik bi qisûr in” a derbarê polîsan de li dosyeyê zêde kirin. Her du polîsên bersûc, parêzer û bavê her du zarokan Mesût Yildirim doz şopandin.    SÛCDAR MIDURÊ EMNIYETÊ NÎŞAN DAN    Di danişînê de ewilî Omer Yegît axivî û îda kir ku di bûyerê de qisûrek wî nîne û rapora derbarê wî de hatiye amadekirin qebûl nekir û îda kir ku rapor bi nakokî ye.    Bersûc Murat Maden jî rayedarên paye bilind ferman dane wî û yê fermana esil da midurê emniyeta Silopiya Selçûk Erdogan bûye. Maden got di raporê de behsa vê yekê jî nayê kirin.    Parêzerê bersûc Murat Maden jî bal kişand ser îfadeyên miwekîlê xwe yên berê û îda kir ku sûcek miwekîlê wî nîne.    Bavê zarokan Mesut Yildirim jî axivî û got gilîkirina wî didome û rapora derbarê polîsan de hatiye amadekirin qebûl nake.    PARÊZERAN BERTEK NÎŞANÎ RAPORÊ DA    Parêzerên malbata Yildirim jî bertek nîşanî raporê dan û gotin divê kesên ferman jî dane yanî berpirsên rastî bên darizandin. Parêzeran xwest Saziya Tiba Edlî an jî Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn raporek ji nûve amade bike.    Dozger jî xwest kêmasiyên di dosyeyê de temam bibe.    DÎSA DEST BI WEZÎFEYÊ KIRIYE    Herî dawî mafê axaftinê dan Omer Yegît û got ji nûve dest bi wezîfeyê kiriye û xwest kontrola serbestiyê ya li serê tê pêkanîn bê rakirin.    DAXWAZA PARÊZERAN RED KIR, DAXWAZA BERSÛC QEBÛL KIR    Dadger daxwaza raporek ji nûve red kir û biryara îmzekirina mecbûriyeta bersûc Yegît bê rakirin. Dadger danişînê taloqî 31’ê gulanê kir.