Li Hatayê 6 kes hatin berdan 2019-05-02 09:35:44   HATAY - Li Hatayê di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de ji 7 kesên bi îdaya "pankartê qedexe" hildane hatibûn binçavkirin 6 kes hatin berdan.    Li Hatayê duh di pîrozbahiya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de 7 kes bi îdaya "pankartê qedexe" di destê wan de hebûye hatibûn binçavkirin. 6 kes piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Endamê SKYP'ê Mert Aslan Yurek bi îdaya destê polîs gez kiriye û polîs giliyê wÎ kiriye hêj di binçavan de tê ragirtin.