Girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila dewlet li gor qanûnên xwe tevbigere 2019-05-02 09:00:57 RIHA - Alî Ûlûtaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye got: "Em dixwazin dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere. Eger tev negere wê berxwedan dewam bike. Hemû kesên mafên mirovan diparêzin divê dengê xwe bilind bikin; an jê wê bêdengî bi xwe re mirinê bîne."  Alî Ûlûtaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û bang li raya giştî kir.    Ûlûtaş, 2 sal berê hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.    Ûlûtaş, got: "Rewşa hin hevalên me yên di greva birçîbûnê de xirab bûye. Îdareya girtîgehê tiştên avî û vîtamînan kêm dide. Ev jî dibe sedema pirsgirêkan. Moralê me hemûyan pir baş e. Heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji berxwedanê bernedin. Divê li derve gelê me bibe dengê vê berxwedanê."    ‘BILA DEWLET LI GOR QANÛNÊN XWE TEV BIGERE'    Ûlûtaş, bang li saziyên mafên mirovan ên navnetewî û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê kir û got: "Di serî de divê saziyên mafên mirovan ên li Ewropa û Tirkiyeyê û bi giştî jî hemû hêzên demokrasiyê demildest tev bigerin. Divê gelê me yê li Tirkiyeyê bibe dengê berxwedana me. Li ber çavên me hevalên me dihelin. Divê hemû kesên dibên em mirov in xwedî li vê berxwedanê derkeve. Divê gelê kurd li her derî dengê xwe bilind bike û dengê me ragihîne tevahiya cîhanê. Tecrîd sûc e, nayê qebûlkirin. Em dixwazin qanûnên ji bo her kesî derbasdar in, ji bo Rêberê me jî derbasdar bin. Bila dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere. Eger tev negere, wê berxwedana me ya li hemberî vê zilm û îşkenceyê dewam bike. Hemû kesên mafên mirovan diparêzin divê dengê xwe bilind bikin; an jê wê bêdengî bi xwe re mirinê bîne. Berî cenaze derkevin divê her kes dengê xwe bilind bike."    Dayik Bedriye Ûlûtaş jî destnîşan kir ku girtî li ber xwe didin û got: "Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bibe dengê vê berxwedanê." Ûlûtaş, diyar kir ku girtî diyar dikin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got: "Divê em jî wek wan xwedî biryar bin. Her diçe zarokên me bêtir dihelin. Heta tecrîda li ser Rêberê me ranebe wê ev berxwedan neqede. Em xwedî li berxwedana zarokên xwe derdikevin."    'JI BO ME LI BER XWE DIDIN'   Dayik Ûlûtaş, diyar kir ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Ûlûtaş, destnîşan kir ku tenê ne Ocalan gelê kurd bi tevahî tê tecrîdkirin û got: "Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe û aştî çêbibe. Divê her kes bibêje 'berxwedan jiyan e' û rabe ser piya. Girtî ji bo me li ber xwe didin. Divê em bibin dengê wan."