ROJEVA 2'YÊ GULANA 2019'AN 2019-05-02 09:00:25 * Alî Ûlûtaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Em dixwazin dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere. Eger tev negere wê berxwedan dewam bike. Hemû kesên mafên mirovan diparêzin divê dengê xwe bilind bikin; an jê wê bêdengî bi xwe re mirinê bîne."  * Qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê, milyar û 26 milyon lîre deyn xist stuyê şaredariyê. Bi belgeyan hat îspatkirin ku şêwirmendê qeyûm milyon û 510 hezar lîre 'heqê kirêkirina wesayîtan' daye şîrketa ku bertîl danê. Qeydên hesaban bertîla ku şêwirmendê qeyûm stendiye piştrast kirin.    * Ahmet Bûlût ku kurê wî Îhsan Bûlût li Girtîgeha Tîpa F a Wanê li dijî tecrîda li Îmraliyê di rojiya mirinê de ye, bang li parazvanên demokrasiyê kir û got: "Bêdeng nemînin, bila mirov nemirin." Her wiha bav Bûlût, bang li rayedarên dewletê jî kir û got: "Bila daxwazên wan pêk bên."    * Hin penaberên ji Afxanîstan, Pakîstan, Bangladeş û Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê, li navçeya Peyasê li Mizgefta Feqiyê Teyran dimînin.    * Zekeriya Aşkin û Kerem Ayas ku ji heman taxê ne û hevalên hev in, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Dayikên her du girtiyan xwestin daxwaza zarokên wan pêk bê.    * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku ji ber bêdengiya îktîdarê grevên birçîbûnê veguherîne rojiya mirinê û got: "AKP, çalakiyên demokratîk jî taamûl nake, lê em ê vê yekê danequrtînin. Eger gotinek hebe, divê ew jî xwedîderketina li rojiya mirinê be."    * Wê çalakiya nobetê ya xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, li ber Girtîgeha Bakirkoy û Girtîgeha Gebzeyê bidome. (12.00)   * Odeya Bijîşkan a Amedê û Şaxa SES'ê dê der barê tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê de li Odeya Bijîşkan daxuyaniyê bidin. (12.10)   * Wê Platforma Ked û Demokrasiyê li Şaxa Jimare 1 a Egîtîm Senê der barê grevên birçîbûnê de daxuyaniyê bidin. ( 13.00)   * Wê Heyeta Şopandina Grevên birçîbûnê, piştî hevdîtinê bi girtiyên li Girtîgeha Kandirayê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne pêk bîne, li ber girtîgehê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Danişîna doza derhênerên belgefîlma "Bakur" a Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu ya bi îdaya "Propaganda rêxistinê kirine" dê li Dadgeha Êlihê bê dîtin. (10.00-16.00)   * Danişîna 8'emîn a doza du zarokên birayê hev li Silopiyê polîsan panzêr li wan qeliband û kuştin dê li Dadgeha Cizîrê bê dîtin. (10.00)    * Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu û Serokê Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê Faruk Eren dê erêkirina cezayê xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê şermezar bikin. (12.00)