Meşa dayikên laçik spî hat astengkirin 2019-05-01 16:11:45   AMED - Dayikên laçik spî yên li Qada Îstasyona Amedê bang seferberiyê kirin, ber bi Parka Koşûyolû dest bi meşê kirin, lê meşa wan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Dayik û xizmên laçik spî yên zarokên wan li dijî tecrîda Îmraliyê di rojiya mirinê û grevên birçîbûnê dene yên beşdarî mîtîna 1’ê Gulanê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê bûn, li qada mîtinê ji mirovan zinçîr çêkirin û bal kişandin ser çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.   Dayikan li qada mîtîngê banga seferberiyê kirin û ber bi  Parka Koşûyolû ya Navçeya Rezan a Amedê dest bi meşê kirin. Polîsan li Dûryana Ofîsê pêşiya jinan girtin û destûr  nedan ku bi meşin. Xizmên girtiyan ên heya demekê bi polîsan re nîqaş kirin, berê xwe dan Kolana Hûnerê û meşiyan.