Bîlgen: Azadî tune be, ked jî tuneye 2019-05-01 15:45:55 QERS - Hevşaredarê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya bajêr de axivî û got: “Azadî tune be, ked jî tuneye. Ger hûn mafê karkeran biparêzin, divê hûn bi vê re mafê Kurdan jî biparêzin.”   1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê îsal li Qersê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Qada Cumhuriyetê ji aliyê Platforma Demokrasî û Kedê ya Qersê ve hat pîrozkirin. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk, Serokê Şaredariya Cilawûz ê CHP’ê Orhan Yantemûr û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Yilmaz Ince destpê kê di pîrozbahiyê de axivî û 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz kir.    'PERDEYA TARÎTIYÊ DI 31’Ê ADARÊ DE ÇIRIYA'   Pişt re Serokê Şaredariya Cilawûz ê CHP’î Orhan Yantemûr axivî û wiha got: “Ciwanên me hemû bêkarin, karkar birçîne û rewşa gundiyan perîşane. Krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Ger em têbikoşin, maf, ked û edalet ne  dûrin.”    ‘DIVÊ HÛN MAFÊ KURDAN JÎ BIPARÊZIN’   Dûre Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen axivî û bal kişand ser bêmafiyên li dijî karker, xebatkar û kedkaran. Bîlgen, diyar kir ku ger ew kedê nebînin, dê nekarin biparêzin û wiha got: “Ger azadî tune be, ked jî tuneye. Ger hûn mafê karkeran biparêzin, divê hûn bi vê re mafê Kurdan jî biparêzin. Ji çareseriya pirsgirêkan em bi xebitin.”   Piştî axaftina Bîlgen hunermend Servet Kocakaya derket ser dikê. Mîtîng piştî stranên Kocakaya bi dawî bû.