Li gelek navendan pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Tecrîdê bi dawî bikin bila zarokên me bijîn 2019-05-01 15:27:39 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gellek navendan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û gotin: “Vê qîrînê bibihîzin. Bila mirin rawestin û tecrîd bi dawi bibe. Bila zarokên me bijîn.”    Li gellek navendan bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîrozbahî û meş hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de hat xestin tecrîd demildest bê rakirin da ku çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin.    Li Şirnexê û navçeyên wê 4 sal in destûra pîrozbahiya 1’ê Gulanê nayê dayîn. Qeyqmeqamê Cizîrê destûr neda pîrozbahiyê. Platforma Şaxên KESK’ê ya Şirnexê li ber avahiya xwe ya Cizîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveber û hevşaredarên HDP’ê û bijîşk û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin. Demek govend hat gerandin.    BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DAN    Berdevkê Demê yê KESK’a Şirnexê Muzaffer Yildirim daxuyanî da û bertek nîşanî qeymeqamiya navçeyê da. Yildirim bal kişand ser binpêkirina mafên karker û kedkaran û got zext li karker û kedkaran tê kirin. Yildirim bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û got: “Em bang li wan kesên kerr, kor û lal li hember daxwaza girtiyan mane dikin. Wê îktîdara AKP’ê ya di tecrîdê de israr dike wek sûcdarê mirinê derbasî dîrokê bibe. Em ne li gel mirinê li gel jiyanê cih digirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”    MÊRDÎN   Bi wesîlaya roja 1’ê Gulanê li Mêrdînê jî karker, kedkar û jin daketin qadê. Walîtiyê destûr neda pîrozbahî li navenda bajêr were pîrozkirin. Li ser vê yekê pîrozbahî 8 kîlometre durî bajêr liber Salona Sporê ya Artuklu pêk hat. Kedkarên li Parka Karayolu kom bûn û bi kortej heta cihê pîrozbahiyê meşiyan.    Dayikên Aştiyê di korteja pêş cih girtin. Pankart û dovîzên balê dikişînin ser grevên birçîbûnê hildan û dirûşm berz kirin. Girseyê laçikên spî jî xistin stûyê xwe. Eskeran li qadê welatî lêgerîn kirin. Berdevkê KESK’ê ya Mêrdînê Mustafa Bozan axivî û bertek nîşanî biryara qedexekirina pîrozbahiyê da. Bozan got: “Em ê deng bidin dengê çalakgerên greva birçîbûnê.”    Dayika Aştiyê Perîxan Altug jî got: “Deng bidin dengê qîrîna zarokên me. Deng bidin dengê me dayikan. Em alîgirên aştî û jiyanê ne. Ez bang li dayikên kurd û tirk dikim, vê qîrînê bibihîzin. Bikevin pêşiya mirinan. Bila tecrîd bi dawî bibe. Bila zarokên me bijîn.”    Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û bang li Wezareta Dadê û Serokomar Erdogan kir ku ji bo grevên birçîbûnê bila demildest bikevin tevgerê.    Piştî axaftinan  Koma Hîvron stran gotin û pîrozbahî bi dawî bû.   DERSIM   Hêzên ked û demokrasiyê yên Dersimê jî li Qada Seyît Riza pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xistin. Girseyê dirûşm berz kirin û pankartên peyamên girîng li ser bûn vekirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Gurbuz Solmaz axivî û bal kişand ser krîza aborî û felaketên aboriyê. Solmaz got ew şer naxwazin û demildest aştiyê dixwazin û bila aştî li vî welatî serdest bibe.    SÊRT    Li Sêrtê jî karker û kedkaran li Qada Sêrtê pîrozbahiya 1’ê Gulanê pîroz kir. Karker û kedkaran li ber def û zirneyê govend gerandin. Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik jî beşdarî pîrozbahiyê bû. Serokê Şaxa Belediye-Îşê Halît Akinay li dijî kedxwariya karker û kedkaran axaftin kir û xwest daxwaza karker û kedkaran bicih bên.   RIHA    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li ber Navenda Kar a Bahçivanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xistin. Gellek kedkar û karker, parêzvanên mafên mirovan û hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û gellek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Rihayê Adîle Oncel axivî û cejna karker û kedkaran pîroz kir û got: “Bêyî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin, bila tecrîd rabe û daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.”    DÎLOK    KESK, DÎSK, TMMOB, Turk-Îş û TTB’ê li Dîlokê pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xistin. Pîrozbahî li Parka Kirkayak pêk hat û rêveberên HDP, EMEP, DBP, SYKP, TİP, KKP, Partiya Çep a Kesk, TKP, ODP, CHP û parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî mitîngê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” hat berzkirin. Piştî axaftina nûnerên saziyên kedê, peyama dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ye hat xwendin. Dayikan di peyama xwe de got divê hikumet daxwaza bi hezaran girtî bibîne û hêj ku darbest derneketine divê hikume gav biavêje.    MEREŞ    Li Navçeya Nurhaqê ya Mereşê jî 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Rêveberên HDP, CHP, ESP û KESK’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Karker û kedkaran li ber def û zirnê govend gerandin.