Dayikên bi laçikên spî astengî nas nekir û li qadê cih girtin 2019-05-01 14:47:09   AMED – Dayikên çalakgerên greva birçîbûnê bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” meşiyan mitînga 1’ê Gulanê û bi laçikên xwe yên spî li qadê cih girtin.  Mitînga 1’ê Gulanê ya ji aliyê KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan a Amedê ve li Qada Îstasyonê tê lidarxistin dest pê kir. Qada mitîngê bi pankartên wek “Jin jiyan azadî”, “Em ji bo aştî, kar û kedê li qada ne”, “Aştî pir li Amedê tê û wê bihar li Amedê aj bide”  û “Em ê dawî li serweriya haramiyan bînin” hat xemilandin.   Kortejên bi hezaran wealtî, kedkar û karkeran ên endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û sendîka û odeyan meşiyan qadê. Dirûşm berz kirin û daxwazên xwe qîr kirin.    LAÇIKÊN SPÎ ASTENGIYAN NAS NEKIR    Polîsan li ser biryara walîtiyê demek dirêj kortejên bi laçikên spî asteng kir. Piştî nîqaşên li gel polîsan bi hezaran kes bi dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Jin jiyan azadî û “Bijî Yek Gulan” û laçikên xwe yên spî li qadê cihê xwe girtin.    DAYIKÊN GIRTIYAN LI QADÊ NE    Dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne bi laçikên xwe yên spî hatin qadê û li refên pêş ên qadê cihê xwe girtin. Dayikan dirûşmên “Leyula Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zîndanan” berz dikin.    PÎROZBAHIYÊ DEST PÊ KIR    Mitîngê bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Serokê Komîteya Amadekar Hasan Hayrî Eroglu li ser navê komîteyê axivî û karker û kedkaran silav kir. Eroglu da zanîn ku ji bo edalet, mafê jiyanê, ked, azadî û siberojek xweş a zarokan pêdiviya wan bi piştevanî û hevgirtinê heye.    ‘EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’    Esra Adem a li ser navê jinan di Komîteya Amadekar de cih girt axivî û got: “Em dayikên aştiyê û girtiyan silav dikin. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Faşîzm bi awayê herî hov li dijî gelan disekine. Karker û kedkar wê faşîzmê têk bibin. Em ne mirin û şer diparêzin em jiyan û aştiyê û azadiyê diparêzin.”    Pîrozbahî bi axaftina beşdarvanan dewam dike.