Mîtînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê destpê kir: Laçik spiyan ‘ji tecrîdê re na’ gotin 2019-05-01 14:46:12 STENBOL -Mîtînga 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê ya li Bakirkoyê bi tevlîbûnê bi sedhezaran kes destpê kir. Bi deh hezaran kesên xwestin balê bikişînin ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de laçikên spî girêdan, re Hevserokên Giştî yên HDP û Hevberdevkên HDK’ê bi laçikên spî beşdarî mîtîngê bûn.  Mîtînga 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê ya li Qada Bazarê ya Bakirkoy a Stenbolê, bi beşdarbûna sedhezaran kes dest pê kir. Hemû komên ji 3 aliyan ve ber bi qada mîtîngê ve meşiyan, bi coşek mezin ketin qadê.    BI SEDHEZARAN MEŞIYAN    Bi sedhezaran kesên meşiyan pankartên “Em bajarekê weke mirovan lê bijîn dixwazin”, “Gel li dijî birçîbûn û feqîtiyê ye” û “Em sîmît çay naxwazin em cîhanê dixwazin” vekirin û dowîzê “Emê fatûreyên krîzê nedin” û “Li dijî pergala tecawîza zarokan pêş xist, bêdeng nemîne” hilgirtin.     JI BO GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE 7 HEZAR LAÇIKÊN SPÎ   Berî mîtîngê HDP, HDK, KESK, gelek partiyên siyasî û saziyên civaka sîvîl li Dîkîlîtaşê kom bûn û bi şîara “Laçika xwe ya spî girê bide û were” ber bi qada mîtîngê ve meşiyan. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevberdevkê HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglû jî laçikên spî girê dan û di meşê de cih girtin. Di meşê de pankarta “Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin pêk neyên” hat vekirin û ji bo bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê de, 7 hezar laçikên spî hatin girêdan. Bi dehezaran kesên beşdarî meşê bûn pêçankên li ser “Leyla û Nasir” nivîsandî girêdan û jinan kincên gelêrî li xwe kirin.    RÛPOŞ BI DEVÊ  XWE VE GIRÊ DAN    Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de yên 23 rojin li ber Girtîgeha Gebze çalakiya nobetê li dar dixin jî, bi laçikên xwe yên spî beşdarî meşê bûn. Di meşê de bi sedhezaran kes bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rûpoş bi devê xwe ve girêdan.