ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-15 09:00:07 *Secan Kûrkût, dayika Kemal Kûrkût ku di Newroza Amedê de bi guleya polîsan hat kuştin, wiha bertek nîşanî redkirina daxwaza darizandina kujer Y.Ş. da: "Zaliman ew ji min stend. Ev edaleteke çawa ye?"  *Birêvebirên Kampanyaya Mafê Avê bi projeya “Civakên Hêşîn” ji bo ava paqij û bê pere têdikoşin.    *Nivîskara Rosjnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îlham Ehmed, diyar kir ku bi radestkirina El Bûkmal ku DAIŞ'ê radestî Heşdî El Şabî kiriye, korîdora di navbera Tahran û Lubnanê de vekiriye.    *Li Sûriyeyê ku şer ber bi dawî ve diçe, çareserî xwe li ser Sûriye ferz dike. DYA û Rûsya di qada çareseriyê de li hev kirin. Lê Tirkiye ku bi tirsa kurd dijî jî got "Çareseriya Siyasî." Lê çareseriya Tirkiye "Birayê Esad" ango Sûriyeya Demokratîk e? ne diyar e.    *Têkoşîna xwişkên bi navê Xwûşkên Mîrabal (Minminîk) ku dîktatoriya Trujîllo hilweşandibûn, heta roja îro ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî. Jinên li Tirkiyeyê jî dê di roja 25'ê Mijdarê ya ku Minminîk hatin qetilkirin de bi dirûşmeya "Em ê li ber dewleta nêrza serî netewînin, em dest ji jiyan û têkoşîna xwe bernadin" dakevin qadan.   *Parêzer Baran Dogan wiha got: "Roja ku dewlet li gor qanûn û pîvanên xwe tev bigere wê tecrîd jixweber ji holê rabe. Derhuqûqiya li Îmraliyê zirarê dide pêşeroja hevpar a civakê."    *Li ser hevdu du caran buhayên sotemeniyê hat zemkirin û ji ber vê buhayê mazotê 5 lîreyan derbas kir. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê de û dest nîşan kirin ku ji ber şer zem çê dibin û heke dawî li şer bê dê buha dakevin.    *Li Mûşê hosteyê sifirê Mehmet Cevat Aktaş, diyar kir ku bikaranîna sifir ji nû ve zêde bûye, rewşa karê wî baş e, lê belê şagirtek tune ye ku ew vî karî dewrî wî/ê bike.    *Di dîmenên MOBESE'yê nû yên der barê komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de, tê dîtin ku wesayîta zirxî perçeyên aîdî bedena mirovan dieciqîne û ambulansên ewil bêyî ku mudaxileyî birîndaran bikin diçin û polîs gaza îsotan bi kar tînin.      * Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim a li Girîgeha Tîpa F a Kandira girtî ye dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * Nivîskar, bi minasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girti yên Cîhanê ku Pena Navneteweyî îlan kiriye, dê li Cezayir Restaurantê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (10:30)   * B10 Parlamenterên HDP'ê ku di navde Fîgen Yuksekdag jî hebû piştî îlankirina qedexeya kolanan a Farqînê di 11'ê Mijdara 2015’an de çûbûn Farqînê. Ji ber çûna wan doz li wan hat vekirin û ji 8 salan heta 49 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Rûniştina doza wekîlan dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (13.30)   * Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê bi armanca li dijî cilên yek rengî dê li Qada azadiyê ya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14:00)    * Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 372’an de berdewam bike. (13.30/18.00)