Bi deh hezaran kes li Qada Tandoganê ne 2019-05-01 13:41:19 ENQERE – Li Enqereyê mitînga 1’ê Gulanê li Meydana Tandoganê tê pîrozkirin. Bi deh hezaran karker û kedkar diherikin qada mitîngê.  Rêxistinên civakî yên sivîl ên Enqereyê li Meydana Tandogan a Enqereyê mitînga 1’ê Gulanê li dar dixin. Mitîngê bi meşa deh hezaran karker û kedkaran a dimeşin qadê dest pê kir. Girse li ber Navenda Çanda Ataturk kom bûn û bi kortejan dirûşm berz dikin û dimeşin qadê.    Li nokteyên lêgerînê polîsan pankartan yek bi yek lêkolîn kir û şarja telefonan, pênûs û gelek amûrên din bernedan qadê.    Di meşê de bênavber dirûşm tên berz kirin û bi dirûşman li dijî AKP’ê bertek nîşan dan.    ‘BILA LEYLA GUVEN BIJÎ’   Korteja Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî bi wêneyên Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyula Guven û endamê HDP’ê Nasir Yagiz ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne herikîn qadê. Jinên bi laçikên spî di meşê de cih girtin bênavber dirûşmên “Bila Leyla Guven bijî”, “Azadî ji zîndanan re” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.   ‘ROJNAMEGER DÎ DÎSA BINIVÎSÎNIN’    Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî bi meşekê çûn qada mitîngê û wêneyên rojnameger Mua Anter û Metîn Goktepe û pankarta “Rojnameger dê derkevin û dîsa binivîsînin” hildan.    ‘10’Ê COTMEHÊ JI BÎR NEKIN’    Di meşê de pankarta wêneyên 103 kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hat hildan û dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kirin.