Bi ‘laçikên xwe yên spî’ di merasîma 1’ê Gulanê de cih girtin 2019-05-01 13:07:45 STENBOL – Bi hezaran kes ji bo ku 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê pîroz bikin, ji sê aliyan ve meşiyan û cihê xwe di merasîmê de girtin. Gelek dayik û malbatên girtiyên di greva birçîbûnê dene jî, bi şîara “Laçika xwe ya spî girê bide û were’ di merasimê de cihê xwe girtin. Bi hezaran kes kes ji bo ku 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê pîroz bikin, cihê xwe di meşa merasîmê de girtin. Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û gelek sazî û dezgehên civaka sivîl û sendikayan ji bo ku beşdarî mîtîna “Ji bo Kar-Edalet û Azdiyê em biçin 1’ê Gulanê!” bibin li ser AVM’a Marmara Forum kom bûn.   LAÇIK SPIYAN JI DI MERASÎMÊ DE CIHÊ XWE GIRTIN    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), KESK û TMMOB’ê jî li Dîkîlîtaş kom bûn. Dayik û xizmên girtiyên li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, bi şîara “Laçika xwe ya spî girê bide û were”  di rêza herî pêş a vê merasîma meşê de cih girtin    Dayik û xizmên girtiyan di saetên serê sibê de li Dîkîlîtaşê kom bûn, dowîzên “Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin pêk neyên” vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û li benda saeta meşê man.  Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Partiya Kedê jî li Yanyol a b E-5 kom bûn. Di vê başka meşê de, polîsan barikat û cihên lêgerînê danîne.    'JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ AZADÎ'   Welatiyên cihên lêgerînê derbas kirin û di kortejên meşê de cih girtin, li ber dahûl û zirneyan guvend gerandin û li benda meşê man.    Welatiyên li benda korteja meşê ne, bê navber dirûşmên “Gel li dijî birçîbûnê û xizantiyê ye”, “Ji bo hemû girtiyên siyasî azadî” û “Emê fatûreyên krîzê nedin” berz dikin.