Qeyûm şaredariya bêdeyn xist bin 115 milyon TL deyn 2019-05-01 12:39:09 SÊRT – Qeyûmê Şaredariya Sêrtê, şaredariya bêdeyn di nava du salan de 115 milyon û 622 hezar TL xist bin deyn.  Deyn û kirinên qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatibûn kirin yek bi yek derdikevin holê. Piştî HDP li gellek şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin bi dest xist yek bi yek deynên wan eşkere dike. Hevşaredarên HDP’î piştî şaredariyan dewr girtin hemû kirinên luks û şatafat û talankirina qeyûman raxistin ber çavan. HDP’î gellek nelirêtî û bêusuliyên qeyûman bi raya giştî re parve dikin. Yek ji van şaredariya ku qeyûm di bin deyn de hiştiye Şaredariya Sêrtê ye.    Di encama lêkolînên hatin kirin de hat tespîtkirin ku qeyûm di nava du salan de Şaredariya Sêrtê 115 milyon û 622 hezar TL xistiye bin deyn. Hat zanîn ku beriya qeyûm bê tayînkirin qirûşek jî deynê şaredariyê tune bûye.    Di serdema qeyûm de bi giştî 5 milyon û 325 hezar û 161 euro (34 milyon, 867 hezar û 557 TL) ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) hatiye deynkiirin. Ji ber bihabûna Euro he ku diçe ev deyn zêde dibe.