Polîsan li Gebzeyê carek din muaxeleyî malbatan kir 2019-05-01 12:15:06 KOCAELÎ – Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Gebzeyê carek din hatin astengkirin û di mudaxeleya polîsan de Hevserokê Rêxistina HDP’a Gebzeyê Îdrîs Ay hat derbkirin.  Çalakiya rûniştinê ya malbatan a ji bo piştevaniya zarokên wan ên girtî ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di roja 23’yemîn de li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dewam kir. Ji ber pîrozbahiya cejna 1’ê Gulanê malbatan îro zû çalakiya xwe li dar xist. Polîsan carek din malbatan astegn kir û destûr neda li ber girtîgehê çalakî pêk were.    HEVSEROKÊ NAVÇEYÊ DERB KIRIN    Polîsan malbatan dorpêç kir û gotin dê destûr nedin çalakiyê. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan mudaxeleyî malbatan kir û rageşî qewimî. Polîsan malbatan bi erdê re kaş kir û wan rakir. Di rageşiyê de Hevserokê HDP’a Gebzeyê Îdrîs ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û binçav kirin. Pişt re Ay hat berdan.    Malbatan ji bo beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya li Bakirkoya Stenbolê bibin dawî li çalakiya xwe anîn û diyar kirin ku dê sibê çalakiya xwe berdewam bikin.    WÊNE Û DÎMENAN JÊ BIRIN    Li aliyê din polîsan wêne û dîmenên rojnamegeran jê bir. Her wiha polîsan dîmen û wêneyên malbatên bi telefonên xwe kişandibûn jî jê birin.