152 mîlyon TL deynê qeyûm li paş xwe hişt bi Şarederiya Sûrê ve hat daliqandin 2019-05-01 11:42:52 AMED - Hevşaredarên Sûrê, lîsteya deynê aîdê serdama qeyûm derxistin û bi avahiya şaredariyê ve kirin. Li gorî lîsteyê qeyûm 151 Mîlyon 743 hezar û 819 TL deyn li paş xwe hişt.   Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şardariya Navçeya Sûr a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr, piştî şaredarî dewr girtin, ji bo talan û rûxandinên qeyûm di serdema xwe de kirin derbixin holê, dest bi lêpirsîn û lêkolînan kiribûn.    Hevşaredaran, berî her tişî ‘serşoka qral’ a qeyûm li avahiya şaredariyê ava kiribû û hin mînakên dişibin vê bi raya giştî re parve kiribûn. Hevşaredaran vê carê jî, lîsteya deynê rêveberiya qeyûm bi avahiya şaredariya navçeyê vê kirin.    Li gorî lîsteyê qeyûm 151 Mîlyon 743 hezar û 819 TL deyn li paş xwe hişt.