Girtiyên siyasî yên jin sewqî Girtîgeha Tîpa D kirin 2019-05-01 11:08:30   AMED - Hat diyar kirin ku girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin, dun sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin kirin.   Hat diyar kirin ku girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin, dun sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin kirin. Di nava girtiyên jin ên hatin sewq kirin de, Rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên 137 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene jî hene.    Hat dest nîşan kirin ku çalakgerên di greva birçîbûnê dene bi ringan sewq kirin û derbarê şert û mercên girtîgehê de tu agahî nehatin bi dest xistin.    Bi sewqên hatin kirin re li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tenê girtiyên edlî mane.