Karkerên diçûn pîrozbahiya 1’ê Gulanê qeza kirin: 5 kes mirin 2019-05-01 10:43:33   RIHA - Karkerên tenduristiyê yên ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ji Mereşê diçûn Rihayê, di rêde qeza kirin û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Konfederasyona Hak-Îş û Memûr-Sen ên ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ji navçeya Elbîstan a Mereşê ber bi Rihayê ve ketin rê, otobusa wan li ser rêya Pirsûs û Bêrecûkê qûlipî.   Li gorî agahina di qezayê de 5 karkerên tendurisiyê jiyana xwe ji dest dan û gelek karker jî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê.