Hassan ê filîstînî: Guven ji bo tecrîd bi dawî bibe bedena xwe daniye holê 2019-05-01 09:05:07 STENBOL - Parêzerê Sekreterê Giştî yê ERGF Ahmed Saadet Mahmoûd Hassan, diyar kir ku çalakiya Lyela Guvenê çalakiyeke wêrekiyî ye û got: "Guvenê dikaribû jiyana xwe bi awayekî asayî bidomanda. Lê wê ev yek tercîh nekir. Ji bo mafên hevdîtinê yên Ocalan û bidawîbûna tecrîdê beden û jiyana xwe daniye holê. Ev ne tiştekî hêsan e."  Çalakiya greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê hat destpêkirin, ji duh ve veguherî rojiya mirinê. Li girtîgehn Îsraîlê jî hin filîstiniyên girtî jî ji bo şert û mercên girtîgehan bbên başkirin ji 7'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Parêzerê Sekreterê Giştî yê Eniya Rizgariya Gel a Filîstînî (ERGF) Ahmed Saadet Mahmoûd Hassan ku Leyla Guven ziyarte kir, bilêv kir ku daxwaza greva birçîbûnê daxwazeke rewa ye û ew destekê didin vê daxwazê.    Hassan, diyar kir ku girtiyên filîstînî gelek caran li dijî pêkanînên Îsraîlê ketine greva birçîbûnê û bi saya van grevan gelek caran bis er ketine.    ‘LI TIRKIYEYÊ QANÛN TECRÎDÊ NAPARÊZIN'    Hassan, bilêv kir ku ew ji ber wêrekiya wê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pîroz dike û gava ku avêtiye gaveke wêrekiyî ye. Hassan, anî ziman ku Guven pêşengeke girîng e û di heman demê de parlementer e û got: "Guven, xwedî helwestên girîng e. Dikaribû jiyana xwe bi awayekî asayî bidomanda. Lê wê ev yek tercîh nekir. Ji bo mafên hevdîtinê yên Ocalan û bidawîbûna tecrîdê beden û jiyana xwe daniye holê. Ev ne tiştekî hêsan e. Ew jî dizane dibbe ev pêvajo bi awayekî nebaş jî biqede. Dikare zirarê bide tenduristiya wê. Lê dîsa jî ev rê tercîh kir. Li Tirkiyeyê bi tu awayî qanûn tecrîdê naparêzin. Qanûn destûrê nadin. Parlementerek tenê ji bo Tirkiye li gor qanûnên xwe tev bigere ketiye greva birçîbûnê."    Herî dawî Hassan diyar kir ku ew têkoşîna gelê kurd a ji bo tayînkirina çarenûsa xwe diparêzin û li cem gelê kurd in.    MA / Ferhat Çelik – İrfan Tunççelik