ROJEVA 1'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-01 09:00:17 * Mamosteyê Beşa Zanyariya Civaknasî ya Zanîngeha Slêmaniyê Havjîn Mele Emîn, li ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku dibe ku bedena Ocalan bê tecrîdkirin, lê fikrên Ocalan nayê tecrîdkirin û wiha got: “Azadiya Ocalan Azadiya gelan e. AKP bi tecrîdkirina bedena Ocalan xewnan dibîne. Ji ku Fikrên Ocalan azad in." * Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 175'an de dewam dike.     * Malbatên ji bo zarok û xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de li Rihayê dest bi çalakiya nobetê kirin, gotin: "Bila tecrîd bi dawî bibe, aştî çêbibe."    * Mehmet Yildirim ku di 17 saliya xwe de hat girtin heta niha 4 caran ketiye greva birçîbûnê. Dayika wî Hizal Yildirim, xwest tecrîd bi dawî bibe.    * Nivîskar Omer Çakir ku 62 roj in li Girtîgeha Alanyayê di greva birçîbûnê de ye, got: "Bêdengî îxanet e. Bibin deng û guhê me." Bavê wî Mehmet Çakir jî bang li Wezareta Dadê kir û got: "Bila zarokên me nemirin."    * Ahmet Tîmûrtaş ku kurê wî Sulyeman Tîmûrtaş 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku wan tu carî edaleta vê dewletê nedîtiye û got: "Di tu qanûnê de dijminatiyeke wiha tune ye."    * Parêzerê Sekreterê Giştî yê ERGF Ahmed Saadet Mahmoûd Hassan, diyar kir ku çalakiya Lyela Guvenê çalakiyeke wêrekiyî ye û got: "Guvenê dikaribû jiyana xwe bi awayekî asayî bidomanda. Lê wê ev yek tercîh nekir. Ji bo mafên hevdîtinê yên Ocalan û bidawîbûna tecrîdê beden û jiyana xwe daniye holê. Ev ne tiştekî hêsan e."    * Hevseroka HDP'a Silopiyayê Fatma Gunduz ku hat berdn, diyar kir ku der barê gelek girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin û çav û guhê girtiyên di greva birçîbûnê de jî li benda dengê derve ne.    * Li Mêrdînê Xwediyê Rojnameya Mardîn Lîfe Kadîr Urundu, li Desteya Îlanê ya Çapemeniyê îxbara du rojnameyên herêmî kiribû. Urundu bi awayî xwe parast: "Bêyî daxwaznameyê bixwînim min îmze kir. Nizanim, nayê bîra min."    *  Li Stenbol, Amed, Enqere, Wan,  Îzmîr Mêrdîn û li çar aliyên Tirkiyeyê 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê bê pîrozkirin . (12.00-17.00)