Çalakiya HDP'iyan a li Meclîsê bi dawî bû 2019-04-30 19:24:33   ENQERE - Çalakiya rûniştina ku parlementerên HDP'î ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li Meclîsê dabûn destpêkirin bi dawî bû.    Parlementerên HDP'ê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Meclîsê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakiya parlementeran bi dawî bû.    Parlementerên HDP'î di dema çalakiyê de pêşmalên li ser "Bila Leyla bijî" li xwe kirin û li ber meqama Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop rûniştin. Çalakiya parlementeran 4 saetan dewam kir. Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş serdana çalakiyê kir û qederekê tevî parlementerên HDP'î rûnişt.    BANG LI MECLÎSÊ Û WEZARETA DADÊ KIRIN    HDP'iyan, daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser çalakiya Leyla Guvenê û girtiyên di greva birçîbûnê û xwestin Wezareta Dadê û Meclîs gavina bavêjin.