Malbatên girtiyan û HDP'ê daxuyaniya rojiya mirinê dan: Bila hikumet demildest gav biavêje 2019-04-30 16:16:19   NAVENDA NÛÇEYAN – Malbatên girtiyan û Rêxistinên HDP’ê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya 15 girtiyan daxuyanî dan û xwestin desthilatdarî gav biavêje.  Çalakiya grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan berdewam dike. 15 girtiyan îro dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Ji bo ku hikumet gav navêje bertekên malbatên girtiyan, gel, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl zêde dibin.    Malbatên girtiyan û rêxistinên HDP’ê bi boneya balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê îro li gellek navendan daxuyaniyên çapemeniyê dan.    Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Rêveberên HDP’ê, endamê Meclîsa Şaredariya CHP’ê, rêveberên DBP, SYKP, Partiya Çep a Kesk, Komeleya 78’an, Daikên Aştiyê û gellek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Dîlokê Sultan Bayindir daxuyanî da û bang li hikumetê kir ku qanûn û hiqûqa xwe pêk bînin û beriya ev agir mezin bibe bitefînin. Bayindir got: “Cemidandina hesin bi kezeba dayikan nabe.”    WAN   Rêxistina HDP’ê ya Wanê û 13 navçeyên xwe têkildarî çalakiya rojiya mirinê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê dan û gellek welatî beşdar bûn. Rêveberê HDP’ê Omer Sonmez daxuyanî da û got AKP li dijî daxwazê kerr, kor û lal bûye û xwest hikumet gav biavêje û daxwazê piştguh neke. Sonmez got ew li dijî tecrîdê hiqûqê diparêzin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Zelal Onen daxuyanî xwend ji bo ev çalakî bidawî bibin divê hikumet gav biavêje.    Rêxistina HDP’ê ya Akdenîzê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    EDENE    Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi beşdariya gellek welatiyan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mahsun Erîg daxuyanî da û da zanîn ku ji bo çareseriyê divê hikumet û Meclîs demildest bikeve dewrê.    Rêxistina HDP’ê ya Ceyhanê jî daxuyanî da û Hevserokê HDP’a Ceyhanê M. Salîh Demîr axivî û got ew li pey daxwaza girtiyan e.    HATAY   Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê jî li avahiya xwe bal kişandin ser çalakiya girtiyan û xwest hikumet gav biavêje.    ÎZMÎR    Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî li ber Sumerbanka berê ya li Navçeya Konakê daxuyanî dan çapeniyê. Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyanî bûn. Polîsan malbatan dorpêç kir û çalakiyê astang kirin. Girse ji vir derbasî avahiya HDP’ê bû û daxuyanî dan. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Kadîr Baydur daxuyanî da û bertek nîşanî astengiya polîsan da. Baydur got ew ê hemû qademeyên dewletê û rayedaran vedixwînin wezîfeyê.    Malbatên girtiyan jî destnîşan kirin ku ew li pey daxwaza zarokên xwe ne û dê heta dawiyê piştevaniyê bikin. GÜNCEL   ENQERE    Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî bi heman armancê daxuyanî da û balê kişandin ser rojiya mirinê. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê Huseyîn Gevher daxuyanî da û hikumeta ku gav navêje bi “li benda mirinên nû ne” sûcdar kir û got: “Bi vê nêzîkatiya xwe dixwazin ku em hemû dest bi rojiya mirinê bikin gelo?”    RIHA    Malbatên li navçeyên Rihayê Pirsûs û Wêranşarê ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi çalakiya nobetê kiribûn daxuyanî dan û bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Malbatan anî ziman ku rewş xeternak dibe û gotin: “Tecrîd sûcê mirovahiyê. Em ê nebin şirîkê vî sûcî.”    SÊRT    Malbatên girtiyan ên li Sêrtê jî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Aştiyê jî destek dan malbatan. Polîsên girtîgehê dorpêç kiribûn nehiştin malbat li ber deriyê girtîgehê daxuyanî bidin. Malbatan li cihek hinek dûrî girtîgehê daxuyanî dan. Malbatan bang li hikumetê kir û xwest dengên wan û zarokan wan bibîhîzin û xwestin hikumet demildest gav biavêje û bila daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.