Polîsan mudaxileyî xizmên girtiyan kirin: 38 binçav kirin 2019-04-30 15:40:11 ÊLIH/WAN - Malbat û dayikên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê û girtîgehên Wanê daxuyanî bidin, lê polîsan mudaxileyê malbatan kirin û 38 kes binçav kirin  Malbatên zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan di greva birçîbûnê dene, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan destûr nedan malbatan û mudaxileyî xizmên girtiyan kirin. Polîsan di dema mudaxileyê de, Wekîlên Hevserokên HDP’ê yên Êlihê Gulcemal Erdînç, Îkram Îrgî, Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Mahîr Beklevîş, Dayika Nasir Yagiz ê li Hewlêrê di greva birçîbûnê deye Mûazzez Yagiz û xizmên 21 girtiyên navê wan nehatin zanîn binçav kirin.   LI WANÊ JÎ 13 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Dayikên pêşmalkên nivîsa “Bila tecrîd rabe, Leyla bijî” li xwe kirin, xwestin derbarê rojiya mirinê û grevên birçûbûnê de  li ber girtîgehên Wanê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan dayikên daxuyanî dan jî dinav de 13 kes bi erdê kaş kirin û binçav kirin.   Polîsan 2 welatiyên dîmenên dayikan kişandin jî binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.