KCD'ê ji bo 'rojiya mirinê' banga lezgîn kir 2019-04-30 15:29:11   AMED - KCD'ê darbarê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de daxuyanî da û banga lezgîn li raya giştî û hêzên demokratîk kir ku bikevin nava tevgerê.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kirin de daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de îşaret bi grevên birçîbûnê hat kirin û hat bibîrxistin ku ji ber xemsarî û nedîtîhatina dewletê 15 girtiyên ku 136 roj in di greva birçîbûnê de ne biryar dane bikevin rojiya mirinê û hate gotin ku çalakiya greva birçîbûnê di asteke krîtîk de ye ku di her kêliyê de dibe ku mirinên girseyî rû bidin. KCD’ê diyar kir ku nepêkan e ku rewşenbîr, raya giştî, saziyên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan li pêşberî vê rewşê bêdeng bin û destnîşan kir ku daxuyaniyên tên dayîn gelekî lawaz in ku zextê li hikûmetê nakin ku gavê biavêje.   BANGA LEZGÎN   Di daxuyaniyê de KCD’ê da zanîn ku wezîfeya her kes û saziye ku bi lezgînî dengê xwe bilind bikin, qîrîna malbatên girtiyan bibihîzin û piştgiriyê bidin wan û ragihand ku divê were zanîn ku yên îro ji wezîfe û berpirsyariyê direvin dê ji mirovahî û dîrokê dûr bikevin.   KCD’ê bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê û diyar kir ku CPT, Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropayê, saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên navneteweyî divê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê û zorê bidin hikûmeta tirk ku gavê biavêje û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bo gelê me û saziyên me, ji bo raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê, divê çalakiya rojiya mirinê weke bangeke lezgîn bê dîtin. Ji ber vê yekê em careke din bang li raya giştî û saziyên demokratîk dikin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li serokomar, hikûmeta AKP’ê dikin ku li pêşberî daxwazên hiqûqî, meşrû, însanî û exlaqî yên çalakgerên greva birçîbûnê bi xemsarî tevnegerin, dawî li tecrîdê bînin û nehêlin mirov bimirin.”