HDP’iyan li ber Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin 2019-04-30 15:12:15 ENQERE – Parlamenterên HDP’ê li ber Meclîsê bi gotina “Bila Leyla Guven bijî” dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan bang wezîfeyê li Meclîsê û Wezareta Dadê kir. Parlamenterên HDP’ê ji bo piştevaniya çalakiya grevên birçîbûnê li ber Meclîsê destbi çalakiya rûniştinê kirin. Wekîlên Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û Saruhan Oluç jî di nav de HDP’iyan pêşmalkên “Bila Leyla Guven bijîn” li xwe kirin û li ber deriyê Jimara 1’an ê ku meqamê Serokê Meclîsê Mustafa Şentop li wir e dest bi çalakiyê kirin.    ‘DIVÊ MECLÎS Û WEZARETA DADÊ BIKEVE TEVGERÊ’    Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan axaftinek kurt kir û wiha got: “Leyla Guven 6 meh in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo daxwazekê dest bi greva birçîbûnê kir. Daxwaz ew e ku tecrîdkirina birêz Ocalan bê rakirin. Tecrîd li pêşya aştiyê û edaletê astengtiyek mezin e. Ji bo ev binpêkirina maf ji holê bê rakirin dest bi çalakiyê kirin. Bila mirin çênebin û darbest dernekevin. Tevî me wisa got jî 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Niha jî 15 kesan dest bi rojiya mirinê kirin. Ji bo daxwaz bê qebûlkirin û hêj kesî jiyana xwe ji dest nedaye, divê Meclîs û Wezareta Dadê demildest bikeve  tevgerê û em bang li wan dikin ku wezîfeyê bigirin ser milê xwe. Em vê bangê ji bo Leyla Guven û çalakgerên din bijîn dikin.”