Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya malbatan didome 2019-04-30 15:02:15 STENBOL – Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de di roja duyemîn de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo piştevaniya zarokên xwe di roja duyemîn de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Malbat li ber girtîgehê li hev kombûn û dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin.   Malbatên ji Esenlerê ji bo piştevaniya malbatên li Gebzeyê derketin rê polîsan rêya wan asteng kir û destûr neda çûna wan. Li ser vê yekê malbatên li Esenlerê hatin destek dan malbatên li ber Girtîgeha Bakirkoyê.    Malbatan da zanîn ku deqîqe jî êdî girîng in û gotin: “Divê êdî her kes wîjdanê xwe bidarizînin. Ji bo piştevaniya çalakgeran dereng jî hatiye mayîn. Divê ji niha şûn ve zêdetir dereng nemînin. Dibe ku her kêlî agahiya mirinan were û darbest derkevin. Ji bo vê yekê divê em deng bidin dengê girtiyan. Emîne Erdogan tu jî dayikî. Destê xwe deyne ser wîjdana xwe. Heke tu bû tu yê dikaribî li ber xwe bidî?”    Di kêliya ku malbat çalakiya rûniştinê li dar dixistin, polîsan xwest belav bibin. Li gel vê yekê jî malbatan çalakî dom kir. Piştî çalakiyê malbat heta rawestgehê meşiyan û dawî li çalakiya îro anîn û gotin dê sibê jî li ber girtîgehê bin.