Di doza Aladag de îşaret bi ‘Binesaziyek birêxistin kirî’ kirin 2019-04-30 13:48:46 EDENE - Parêzerên mexdûran, di danişîna doza facîaya Yurda Aladag de parastin kirin û gotin: “Yurt nêzî 40 salan nehatiye kontrol kirin û piştî facîaya di cih de hat hilweşandin. Ji bo ku delîl ji holê bên rakirin ‘Binesaziyek birîxistin kirî’ ket dewrê.”    Li navçeya Aladag a Edeneyê, di 29’ê Mijdara 2016’an de, ii wargeha Xwendekarên Keç a Dibistana Navîn a Komeleya Alîkariyê ya aîdê Suleymancilarê şewetê rû da û 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 xwendekar jî birîndar bibûn. 9’emîn danişîna doza derbarê facîaya wargeha xwendekarina de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kozana Edenê hat dîtin.   Malbatên zarokên xwe di facîayê de winda kirin, Baroya  Edenê û parêzerên Komeleya Mafê Civakî (SHD) beşdarî danişînê bûn.    Danişîn piştî tespîta nasnameyê dest pê kir û şendeya dadgehê rapora ku li belgeyên dosyayê hatibû zêdekirin xwend. Dûre parêzerên SHD û Baroya Edenê parastin kirin û gotin: “Yurt nêzî 40 salan nehatiye kontrol kirin û piştî facîaya di cih de hat hilweşandin. Ji bo ku delîl ji holê bên rakirin ‘Binesaziyek birîxistin kirî’ ket dewrê.”   Malbatên mexdûran jî xwestin hemû berpirsên faîcayê bên cezakirin.    Danişîn bi parastina parêzeran dewam dike.