Li Cizîrê 1’ê Gulanê hat qedexekirin 2019-04-30 11:05:38   ŞIRNEX - Li Cizîrê, Platforma Şaxa KESK’ê ya Şirnexê, ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê serlêdan kiribû, lê serlêdana wan hat redkirin. Platformê li ser vê yekê biryar da kul i ber avahiya xwe kom bibin û daxuyanî bide çapemeniyê.    Platforma Şaxa KESK’ê ya Şirnexê, xwest mîtînga 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê li navçeya Cizîrê li dar bixwe, lê Qeymeqamtiya navçeyê destûr neda mîtîngê. KESK’ê di serlêdana xwe de xwestibû ku mîtîngê li Hevraza Doryol, Kolana Hunerê û li qada nêzî Otogara Cizîrê li dar bixe. Lê Qeymeqamtiya Navçeyê ji bo pîrozbahiyê Qada Newrozê diyar kir.    KESK’ê qada ku qeymeqamtiyê diyar kir, qebûl nekir û ragihandin ku ewê li ber avahiya xwe ya li Cizîrê kom bibin û daxuyanî bidin çapemeniyê.