Hunermend Dîlber Ay jiyana xwe ji dest da 2019-04-30 11:03:58   NAVENDA NÛÇEYAN – Stranbêj Dîlber Ay a 63 salî ji ber krîza dil koça dawî kir.    Lîstikvan û stranbêj Dîlber Ay (63) duh êvarê krîza dil derbas kir. Li ser vê yeekê Ay rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Enqereyê. Tevî hemû mudaxeleyan jî Ay nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.    Ay di sala 1956’an de li Navçeya Bazarcixa Mereşê hatiye dinê û bi pêşbirka deng re li qada muzîkê li pêş dikeve û gellek albûman derdixe.