Li dijî tecrîdê dest bi ‘rojiya mirinê’ kirin 2019-04-30 10:51:21 NAVENDA NÛÇEYAN -15 girtiyên li çar girtîgehên cuda li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îro dest bi çalakiya ‘rojiya mirinê’ kirin. Çalakgeran, ragihandibûn ku ji ber xemsariya li hemberî çalakiya grevên birçîbûnê yên 136 rojin berdewam dikin, ev biryar girtin. 15 girtiyên li 4 girtîgehên cuda yên welat tên girtin, îro dest bi ‘rojiya mirinê’ kirin. Sedama vê çalakiyê ji bo rakirin tecrîd li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir û çalakiya wê  di roja 174'an de li mala xwe ya li Amedê berdewam dike û her diçe rewşa tenduristiya wê girantir dibe. Piştî Leyla Guven girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve dabû destpêkirin 136 roj in berdewam dike û di 1'ê Adarê de bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Dîsan, parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.    LI 4 GIRTÎGEHÊN CUDA 15 NAV    Navên girtiyên di greva birçîbûnê debûn û dest bi rojiya mirinê kirin wihane:    "Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay."    LI DIJÎ BÊDENGIYÊ DEST PÊ KIR    Denîz Kaya li ser navê girtiyan ev daxuyanî dabû: “Pêngava ‘Em faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin’ bi grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin û li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê dewam dike û wiha hat gotin: “Komara Tirkiyeyê li gorî qanûnên ku diyar kiriye tevnagere û ev jî tê wê wateyê ku ev komar rewa nîne. Welat bûye qurbana rejîma yek zilam, behsa mayîndetiya (beka) xwe dikin lê di esasê xwe de dixwazin mayîndetiya îktîdara xwe biparêzin. Ger wezîrên dewletê û Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM), di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd de samîmî bin bila beriya her tiştî tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bikin û şertê jiyana azad û xebatê ya Rêbertiya me were afirandin.”   Di daxuyaniya hat dayîn, ev rewş wiha hat nirxandin: “Girtiyan bibîrxistin ku bi hezaran girtî li zindanan di grevê de ne, helwesta Wezareta Dadê û TBMM’ê rexne kirin û wiha gotin: “Li zindanan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne, Wezîrê Dadê têkildarî mijarê gotinekê nabêje û ev yek bêedaletî ye. Serokê TBMM’ê bi parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven re têkilî danayne û bi vî rengî gel û îradeya gel nas nakin. Deklarasyona ku ji aliyê me ve hat ragihandin li gorî makeqanûnê ye û li welat kesên jixwe re dibêjin çepgir, sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, sazî û partî li deklarasyona ku ji aliyê me ve hatiye aşkerakirin xwedî dernakevin û ev yek mirovan diêşîne.”