‘Kerr, kor û lal mane’ 2019-04-30 10:33:12 AMED – Nûnerên sendîkayên li Amedê xwestin hikumet ji bo greva birçîbûnê demildest gav biavêje û ji bo mirinê pêk neyên divê hikumet kerr, kor û lal nemîne.    Nûnerên sendîkayên li Amedê bal kişandin ser çalakiya grevên birçîbûnê û banga gav avêtinê li hikumetê kirin.    'DIVÊ GUH BIDIN DAXWAZÊ’    Sekreterê Malî yê Giştî yê Egîtîm Senê Ahmet Karagoz diyar kir ku ew li dijî şer aştiyê û li dijî mirinan jî jiyanê diparêzin û got: “Divê gavek berê gavekê hikumet bide daxwaza girtiyan û daxwaza wan qebûl bike. Divê hemû aliyên hestiyar jî deng bide dengê girtiyan. Divê em bêdeng nemînin û nebin temaşevan. Heke dengek xurt bi hev re bê derxistin bêyî însan jiyana xwe ji dest bidin, dê encam bê girtin. Bi destpêkirina rojiya mirinê re dibe ku mirin jî pêk werin. Divê her kes rabe ser piya, sibê belkî pir dereng be.”    'KOR, KERR Û LAL MANE’    Hevserokê Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Senê ya Amedê Abbas Şahîn jî bi bîr xist k udi salên dawî de alozî li Tirkiyeyê heye û got: “Ji ber aştî pêk nayê pêvajoyek wiha diqewime. Îktîdar kor, kerr û lal maye. 15 girtî dest bi rojiya mirinê kirin. Ji bo mirin pêk neyên û daxwaz bên qebûl kirin divê demildest rayedar gav biavêjin.”   'XETERÎ DEST PÊ DIKE’   Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî jî anî ziman ku ji ber bêdengiya hikumet û civakê rojiya mirinê dest pê kir û got: “Rewşa girtiyan hatiye astek xeternak. Pirsgirêkên nexweşînê yên girtiyan peyda bûne. Çimkî 5-6 meh ne demek hindik e. Dibe ku piştî rojiya mirinê em bi encamên nebaş re hevrû bimînin. Em hêvîdarin wê fersendê nedin ku rojiya mirinê ber bi astek nebaş ve biçe.”