Li Hezexê dîwarên hewşê malan tên xerakirin 2017-11-14 16:24:36 ŞIRNEX – Li Hezexê bi hinceta “Plana îmara nû” dîwarên baxçeyên malan tên xerakirin. Piştî Wekîla HDP’ê Leyla Bîrlîk bi Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş re hevdîtin pêkanî, hilweşandin ji bo wextek demborî hat rawesandin.  Li navçeya Hezexa Şirnexê dîwarên baxçeyên hin malan bi hinceta “Plana îmara nû” tên hilweşandin. Li taxa Turgut Ozal 2 roj in ji aliyê makîneyên kar ên Şaredariya Hezexê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin di dorpêça polîsan de hilweşandin dewam dike. Şêniyên taxê li dijî hilweşandinê bi bertek in.    Welatiyan diyar kir ku tu hincetek xerakirinê tune ye û li wan neheqî tê kirin. Welatiyan destnîşan kir ku Miduriyeta Derdorê û Bajarvaniyê ya Bajêr biryara xerakirinê girtiye û bi erêkirina Walîtiyê jî tê hilweşandin û dîwarên wan ên hatin xerakirin hêj nû çêkiribûn. Welatiyan anî ziman ku piştî qedexeya derketina derve dîwarên xwe tamîr kirine û dema dîwarên baxçeyên malên wan tunebin nikarin îkamet bikin.    ‘MAL BÊDÎWAR TÊN HIŞTIN’    Yên dîwarên wan hatin xerakirin xwestin ji nû ve dîwarên xwe çêbikin. Welatiyan da zanîn ku li gel kolanên wan firehin jî dê qebûl nekin ku malên wan bêdîwar bên hiştin.    WEKÎLA HDP’Ê BÎRLÎK BI WALÎ RE HEVDÎTIN PÊKANÎ   Li aliyê din têkildarî mijarê Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk bi Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Walî Aktaş got ku ew di çarçoveya “Plana îmara nû” de bi hinceta dê kolanan fireh bikin dîwaran xera kirine. Piştî hevdîtinê komên hilweşandinê ji taxê derketin. Komên hilweşandinê diyar kirin ku wan li ser biryara Walîtiyê dîwaran xera kirine û ji bo wextek demborî li ser daxwaza Walîtiyê hilweşandinê rawestandine.