Tenê av û şekir didin girtiyên di greva birçîbûnê dene 2019-04-30 09:48:19 AMED - Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkale, girtî Fesîh Taş û girtiyên didin ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê dne û hat diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê tenê av û şekir dide girtiyan.    Girtî Fesîh Taş ê ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkale di greva birçîbûnê deye, di sala 2009’an li navçeya Gever a Colemêrgê hat girtin. Taş ê sewqî Mûşê hat kirin, 3 sal şûn de sûrgînî Girtîgeha Tîpa D Wanê hat kirin. Taş ê 3 salan li Wanê jî ma bi  îdîaya “Beşdarî çalakiya bi çek bûyîn” û “Endamtiya rêxistinê” 18 car cezayê muebeta giran lê hat birîn. Piştî cezayê taş hat  erêkirin, sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkale hatin kirin û ev 4 salin di hucreya yek kesî de tê  girtin. Piştî ku Taş bi 4 hevalên xwe re di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir, ji hucreya yek kesî hat dexistin. Ji ber ku parçeyên şerapnalê li ser dilê Taş hene, rîska ku krîzî dil derbas bike tim dijî.    'TENÊ AV Û ŞEKIR DIDIN GIRTIYAN'   Dayik Fesîh Taş Selvav Taş, derbarê rewşa kurê de ji Ajansa Mezopotamya  (MA) re axivî. Dayik Taş, diyar kir ku kurê wê herî dawî di 10’ê Nîsanê de bi xwişka xwe Rewşen Taş re hevdîtin kir û wiha got: “Kurê min pir kîlo daye. Di 20’ê Nîsanê de, min bi telefonê hevdîtin bi kurê xwe re kir. Min rewşa wî jê pirsî. Min xwest jê re pere bişînim, lê got rêneke, ji xwe tiştekê nadin me û di demên dawî de êdî ava fêkiyan û lîmon jî, nadin me. Kurê min tenê av û şekir didin me. Berî mehekê, gardiyenan bi ser hucreya kurê min de girtin, televîzyon û buzdolabiya wî şikandin. Hemû ava fêkiyan û vexwarinên wî rijandine tuwaletê. Ev ji mirovahiya derketine. Gelo mirov wisan li kesên di greva birçîbûnê dene dike? B isalene vê zilmê li me dikin. Êdî bese.”    ‘JI SALÊN 90’Î VE ZEXT BERDEWAM DIKIN’   Dayik Taş, anî ziman ku di sala 1990’an de ji ber ku ferzkirina cerdevaniyê ya dewletê qebûl nekirin, neçar man ku ji gundê Şatê ya navçeya Farqîn a Amedê koç bikin û wiha bilêv kir: “Ev zextên dewletê hîna jî dewam dikin. Li Tirkiyeyê niha 7 hezar mirov di greva birçîbûnê dene. Sedema vê yekê jî zextên dewletê yên berdewam dikine. Kurê min ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye. Di girtîgehan de jî rehetiyê nadin zarokên me. Heqaret û zextan li wan din. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Em dixwazin hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Mirin jî be, girtîgeh be jî em bi zarokên xwe re ne. Zarokên me di daxwazên xwe de zelalin û heya tecrîd ranebe, dê çalakiyê xwe berdewam bikin.”    'EM DAYÎK DÊ BÊDENG NEMÎNIN'   Taş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Desthiladariya bertekên dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene fêm nake, gelo dê çawan pirsgirêkên welat çareser bike? Ger serokkomarek xwe weke serokkomarê welat dibînê, wê demê divê hemû pirsgirêkên welat çareser bike. Êdî hizûra me nemaye. Dilê dayikan dişewite. Em tenê aştî û jiyanek birûmet dixwazin. Dewlet dibêje ez we bikujim jî bêdeng bimînin. Em dayikin û emê bêdeng nemînin. Berî her tiştî ez bang li dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene dikim. Divê 7 hezar dayik li hemberî mirinê bêdeng nemînin. Werin em dest bidin destê hev û li ber girtîgehan rawestin. Em biçin Wezareta Dadê û em biçin gel hemû kesan. Bes  bila zarokên me nemirin.”    MA / Esra Solîn Dal