ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2019'AN 2019-04-30 09:00:26 * Ahmetcan Bahadir ku li Girtîgeha Tarsûsê 61 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Em ê nesekinin, em ji bo her bedêlî amade ne."  * Jinên kedkar ên hatin îxrackirin, li dijî kedxwariyê bang li hemû kedkaran kirin ku di 1'ê Gulanê de li Parka Mûsa Anter bin.    * Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 174'an de dewam dike.      * Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkale, girtî Fesîh Taş û girtiyên didin ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê dne û hat diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê tenê av û şekir dide girtiyan.    * Hêzên demokrasî û kedê ji bo 1'ê Gulana Wanê bang li karker û kedkaran kirin û gotin, ew ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê, li dijî betalî û xizaniyê dakevin qadan.    * Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê, ji bo aştî û azadiyê û parastina destkeftiyan her kesî evxwand Qada Îstasyonê.   * 18 karkerên ku ji îstasyonên TUV-TURK a Rihayê ji kar hatin avêtin û 164 roj in li ber îstasyonê li ber xwe didin, wê li Taksîmê berxwedana xwe bidomînin.    * Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Stenbolê, her kesî vexwand Qada Bazarê ya Bakirkoyê û got: "Li dijî qedexeyan û bêedaletiyê, em her kesî vedixwînin têkoşînê."    * Li Îskenderûnê zilamekî kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozek û ser çavê wê şewitîbû. Jinan ji bo Ozekê bi dirûşmeya "Dema em bi hev re bin em xurtir in" kampanyayek dan destpêkirin. Ji bo neqla serçav 390 hezar lîre ji bo Ozek lazim dike û jinan ji bo alîkariyê bang li her kesî kirin.    * Li Edeneyê siyasetmedar û hunermendan diyar kir ku ew ê bi dirûşmeya "ji xespkirin, kedxwarî, şer, tecrîd û cinayetên karî re na û bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe" dakevin qadên 1'ê Gulanê.    * Mîhrîcana Şanoya Amedê ku di 26'ê Nîsanê de dest pê kir, didome. Endama Komîsyona Mîhrîcanê Berfîn Emektar, ji bo mîhrîcana ku atmosfera bajêr guherand got: "Amed bêriya dîmeneke wiha kiribû."    * Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Racî Bîlîcî, der barê grevên birçîbûnê de agahî dan û destnîşan kir ku divê CHP û SP jî biçûna serdana parlementerên di greva birçîbûnê de.   * Derket holê ku rojnameyên Mardin Life, Kır’atım û Mardin İletişim, derbarê 2 rojnameyên din ên li bajêr weşanê dikin giliyê wan ji Saziya Îlanê ya Çapemeniyê re kirine û xwestine îlanê nedin wan. Rojnameyan di daxwaznameyên gilîkirinê de gotin “Pêwîstiya feraseta me ya medya serbixwe.”    * 9'emîn danişîna doza facîaya Aladag a 11 zarok bi giştî 12 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan û 22 xwendekar jî birîndar bûn a navçeya  Aladag a Edenê pêk hat, dê bê dîtin. (09.00-19.00)   * Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê dene, dê li ber girtîgehan Bakirkoyê çalakiya xwe ya nobetê  dewam bikin. (12.00)   * Çalakiya nobetê ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzê dê di roja 22'yemîn de bedewam bike. (12.00)   * Şaxa SES'ê ya Îzmîrê  û Sendîkaya Kar a Tenduristî ya Tirkiyeyê, dê têkildarî 1'ê Gulanê li baxçeyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.20)   * Danişîna doza xebatkarê ETHA Adîl Demîrcî û endamên ESP û SGDF, dê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (13.30)