3 kesê li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-04-30 08:27:57   EDENE - Li Edenê, 3 kesên li kolanê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li navçeya Yuregir a Edenê şeva 29'ê Nîsanê polîsan pêşiya E.S., A.K. û A.M. ên li kolanê dimeşiyan girtin û binçavkirin. 3 kesên lêpirsîna wan a li ewlekariyê bi dawî bûn, sewqî Edeliya Edenê hatin kirin. 3 kesên îfade dan dozger serbest hatin berdin.