Girtiyê nexweş li dijî teklîfa sîxuriyê dest bi grevê kir 2019-04-29 15:15:48 RIHA – Girtiyê nexweş Zana Mazak ê ku li Dadgeha Rihayê dozgerek teklîfa “sîxuriyê” lê kiribû ji bo bertek nîşan bide dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.    Hat zanîn ku girtî Zana Mazak ê li beşa Girtîgeha Jimara T2 a Kampûsa Tîpa T A Rihayê dimîne bi hêceta sîxurî lê hatiye ferzkirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Mazak 24 sal in girtî ye û rewşê ji malbata xwe re vegot.    Mazak bi rêya malbata xwe da zanîn ku ji ber nexweş bûye hevalên wî nehiştine ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikeve greva birçîbûnê û tevî ku hevalên wî nehiştine jî lê jiber sîxurî û pêkanîn nebaş dest bi grevê kiriye. Mazak got wî roja 26’ê nîsanê wî bi hêceta “dê bibin nexweşxaneyê” birine Dadgeha Rihayê.    Mazak ragihand ku dozgerek li dadgehê teklîfa sîxuriyê lê kiriye û jê re gotiye: “Ji niha şûn ve heke tu bi me re bixebît, em ê rehet berdin.”    Mazak ji malbata xwe re got ji bo bertek nîşanî vê pêkanîna lêferzkirina sîxuriyê bide ji roja 26’ê nîsanê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye.