6 kes li Amed, Riha û Edîrneyê hatin binçavkirin 2017-11-14 15:41:30 NAVENDA NÛÇEYA – Li Amed hevjîn, li Edîrneyê 3 birayên hev ên endam û rêveberên HDP’ê û li Rihayê jî Hevserokê Şaxa SES’ê ya Rihayê Mehmet Cevher Ozturk hatin binçavkirin.  Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Mehmet Saît Demîr û hevjîna wî Ferîde Demîr di 11’ê Mijdarê dema ji derveyê bajêr dihatin û ji bo biçin mala xwe ya navçeya Peyasê serê sibê di rê de hatin binçvakirin. Hinceta binçavkirina Demîr û hevjîna wî nehat zanîn û ev 4 rojin li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Polîsan a Amedê tên girtin.     LI EDÎRNEYÊ 3 BIRA HATIN BINÇAVKIRIN     Li Edîrneyê serê sibê polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de rêveberê rêxistina navçeya navendî ya HDP’a Edîrneyê Sabrî Tekîn û birayên wî yên endamên HDP’ê Fermez Tekîn û Abdullah Tekîn bi hinceta parvekirinên tora civakî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku her sê birayên hev birine Miduriyeta Polîsan a Edîrneyê.    HEVSEROKÊ SES’A RIHAYÊ HAT BINÇAVKIRIN    Polîsan li Rihayê jî bi ser mala Hevserokê Şaxa SES’ê ya Rihayê Mehmet Cevher Ozturk a li taxa Bahçelîevler a navçeya Halîliyê de girt. Polîsan piştî lêgerîna li malê Ozturk binçav kirin. Hat zanîn ku serdegirtina malê di saetên nîvor de pêk hatiye û ew birine Salona Werzîşê ya Lîseya Sabîha Ozlek ku wek navenda binçavkirinê tê xebitandin. Nehat hînbûn ku Ozturk bi çi hincetê hatiye binçavkirin.