Guven: Çareserî hevditina bi Ocalan re ye 2017-11-14 15:19:56 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku heta 35 salan ceza jê tê xwestin, li salona dadgehê parast ku li pey axaftinên xwe ye û wiha got: "Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe. Çareserî hevditina bi Ocalan re ye."  Yekemin rûniştina doza  Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û endamê DIAY-DER'ê Abdulbari Tiryaki (76) ku ji ber di salên 2016-2017'an de axatin kirine û bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" tên darizandin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Guven ku 7 caran bi sucdariya "Propaganda rêxistinê kiriye" tê darizandin, ji 7 salan heta 35 salan cezayê girtîgehê jê tê xwestin. Tiryakî ku carekê bi sucdarkirina "Propaganda rexistinê kiriye" tê dazandin jî 5 sal ceza jê têxwestin. Di rûniştina dozê de Guven, Tiryakî û parêzerên wan amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan Tiryakî parastin kir û diyar kir ku wî pêkanînên DAIŞ'ê yê li Sûriye rexne kiriye û xwestiye li şûna kuştina mirovan aştî têkeve meriyetê. Tiryakî sûcdariyên der barê xwe de red kir. Prz. Çigdem Ertak, jî diyar kir ku parastina kurdî ya muvekkilê wê şaş û kêm hatiye wergerkirin û xwest parastin ji aliyê kesê zana ve bê kirin.    PIRSGIRÊKA KURD RASTÎ YE NAYÊ ÎNKARKIRIN   Hevseroka KCDê Leyla Guven jî bi kurdî parastin kir û wiha got: "25 salin siyasetê dikim. Niha Hevseroka KCD'ê me. Hemû axaftinên ku min kirine min wekî Hevseroka KCD'ê kirine. Ez polîtîkayên AKP'ê rexne dikim. Ji ber ku ez mualif im. PKK 29'emîn îsyana gelê kurd e. Ev rastî ye. Pirsgirêka kurd rastî ye. Nayê înkarkirin. Kes nikare bêje pirsgirêka kurd tune ye. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi riya demokrasî û siyasetê çareser bibe. Hemû axaftinên min kirine tev bi kurdî ne. Dema axaftina min wergerî tirkî kirine hin şaşî hatine kirin. Hemû tiştê min gotiye ez wan diparêzim. Navê Kurdistanê Kurdistanê navê erdnîgariyê ye. Di qanûna bingehîn a Tirkiye ya 1921'an de jî derbas dibe. Komara Tirkiye gotiye 'Kurdistan û Lazistan rastî ye'  Navê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Navê Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, derbas dibe. Bi Sêvê re 5 salan di girtîgehe de mam. Ez bi axaftina têkildarî wan serbilind im.    ÇARESERÎ OCALAN E    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, destnîşan kir ku bi operasyonan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û wiha got: "Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe. Çareserî hevditina bi Ocalan re ye."  Parêzera Guven Reyhan Yalçindag  û Şivan Cemil Ozen jî anî ziman ku polîs axaftina muwekila wan şaş werger kiriye û xwestin axaftina Guven bişînin ji kesekî pisporê kurdî re.    Heyeta dadgehê ji bo axaftinên Guven û Tiryakî yên kurdî bên wergerkirin biryar da ku qeydên axaftinan bişînin ji beşa Kurdolojî ya Zaningeha Dicleyê re. Heyetê doz taloqî Meha Adarê kir.