Li Tendurek amadekariya operasyonê 2017-11-14 15:08:57 AGIRÎ - Li Çiyayê Tendurekê amadekariya operasyonek berfireh tê kirin. Hat diyar kirin ku li gelek herêmên ku operasyonê lê didome, di saetên sibê de balafirên şer herêm bombebaran kirin.  Di 24’ê Gulana 2017’an de Çiyayê Tendurekê ku wekî “Hêrîma ewlehiya taybet” hat îlankir, operasyon didome. Hat  zanîn ku, di saetên sibê de balafirên şer herêm bombe kirin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, operasyon didome û herêm tê bombekirin. Li qada Gola Pelexê ya navçeya Giyadin û gundê Xarik a navçeya Bazîdê topbaran zêde bû. Hat destnîşan kirin ku ji herêmên cûda leşker û cerdevan jî sewqî herêmê hatin kirin. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku dê li herêma Tendurekê operasyon pêk bê.