6 kes li Dîlokê hatin binçavkirin 2019-04-29 10:04:15   DÎLOK - Polîsan bi wesayîtên zirxî li Dîlokê bi ser gelek malan de girtin û ji ber parvekirinên medaya civakî 6 kes binçav kirin.   Li taxên Karşiyaka, Gazîkent, Guzelvadî û Duztepe yên navçeyên girêdayî navenda DÎlokê, polîsan bi wesayîtên zirxî bi ser gelek malan de girtin û bi hinceta li ser medya civakî “Propagandeya rêxistinê kirin” 6 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtinan de alavên malan belav kirin û dest danîn ser gelek pirtûk û kovaran. Hat diyar kirin ku di serdegirtina malê de ji ber ku jinan bi navê Zehra Kaya ne li malê bû, nehat binçavkirin.    Navên kesên hatin binçavkirin wihane: “Azad Kaygusuz, Muhammet Tutuş, Vedat Altug, Mîhrîcan Aslan, Nîhat Tekin û navê kesekê jî nehat zanîn.”   Polîsan kesên binçav kirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.