'DAIŞ’ê kurê min kuşt, mala çêkir şewitandin û gora wî cara 6’an rûxandin’ 2019-04-29 09:12:21 COLEMÊRG – Li Geverê di 2 salan de gorên heman goristanê  6 caran hatin rûxandin. Dayika Suleyman Aksu yê gora wî hat ruxandin Kudret Aksu got: “DAIŞ’ê kurê min û hevalên wî qetil kirin. Mala ku kurê min çêkir bi darikek niftikê şewitandin. Ev 6 car in gora wî rûdixînin. Ev kînek çawa ye.”  Li taxa Orman a navçeya Gevera Colemêrgê gorên endamên PKK’ê, HPG, YPG û YPJ’ê lê ne di nava du salên dawî de 6 caran hat rûxandin. Beriya çend rojan jî polîs çûn goristanê û gor rûxandin.    Gora Suleyman Aksu yê di nava ciwanên şoreşger de di 20’ê Tîrmeha 2015’an de teqîna DAIŞ’ê ya li Pirsûsa Rihayê de jiyana xwe ji dest dabû jî hat rûxandin. Malbata Aksu bertek nîşan da.    6 CAR IN HEMAN GORISTAN TÊ RÛXANDIN    Dayika Aksu, Kudret Aksu li ber gora kurê xwe rûnişt û behsa rûxandina gora kurê xwe kir. Aksu got lawê xwe di nava şertên zehmet de mezin kiriye û dema pêlîstokan ji zarokên Kobanê re dibir hat qetilkirin. Aksu got gora hevalên kurê wê û xwendekaran çêkir cara 6’an e tê rûxandin.    'BILA HÊCETA ÊRÎŞAN BIBÊJIN’    Aksu ya li ber gora kurê xwe rûniştibû û ji kesera dilê xwe re hem giriyê xwe dikir û hem jî diaxivî got: “Ev tiştek çawa ye. Hestiyên mirovekî dikare çi ji we bike. DAIŞ’ê kurê min qetil kir. Mala ku kurê min çêkir bi darikek niftikê şewitandin. Ew mamosteyek bû. Xwendekarên wî hebûn. Gora wî ku rojê ez 3 caran ziyaret dikim û lê dinêhirim ev bû 6 car tê rûxandin. Bila derkevin û hêceta êrîşê jî bêjin.”   'KEVIR LI SER KEVIRÊ NEHIŞTINE’    Dayik Aksu anî ziman ku ew piştî her êrîşê diçe gora kurê xwe çêdikin û got: “Kevir li ser kevirê nehiştibûn. Em wek malbatan dîsa çûn û me gorên xwe çêkirin. Êdî bes e ev kîndariyek çawa ye? Bila hemû raya giştî vê êrîşê bibîne. Ev tiştek asayî û ji rêzê nîne. Êdî bes e.”    ‘TOLÊ JI ME DISTÎNIN’    Dayika Îsmaîl Dere yê li Rojava li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da Naciye Dere jî da zanîn ku tola girseya cenazeyê kurê wê ji wan distînin û got: “Navê vê êrîşê wahet e. Ez nêzî kurê xwe bi tena serê xwe rûdinêm. Ez naxwazim biçim cihek dûrî kurê xwe. Mala min di serdema operasyonê ji aliyê tîmên taybet ve hat hilweşandin. Bi alîkariya şêniyên taxê mala min dîsa hat çêkirin. Ez ê li vir bijîm. Dema ez bimirim jî ez ê li gel kurê xwe û hevalên wî bim.”    BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIR    Dayik Dere li dijî êrîşa goran banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Ev êrîşa çendemîn e. Êdî beden û hişê me vê rewşa bi me didin jiyîn ranagire. Divê ev yek demildest were sekinandin û yên van êrîşan pêk tînin li ber hiqûqê hesab bidin. Ji bo vê yekê zextên raya giştî gellek girîng e.”    MA / Fethî Balaman