Bariş: Daxwaza îmzevanan azadiya Ocalan e 2019-04-29 09:11:25 STENBOL – Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Azad Bariş diyar kir ku destpêkirina kampanyaya îmzeyan a 51 nivîskar û mirovên zanist ên Xelata Nobelê girtine girîng e û got: “Azadiya Ocalan gava ewil a aştiya Rojhilata Navîn e.”  Komek ji 51 nîvîskar û mirovên zanist ên ji deverên cuda yên Ewrûpayê ku li hev kom bûn û xwediyê Xelata Nobelê ne ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bê berdan di meha çileya 2019’an dest bi kampanya îmzeyan kiribûn. Kampanya van rewşanbîran berdewam dike. Tê payîn ev kampanya di rojên pêş me de berfireh bibe û gellek navdar destekê bidinê.    Kordînasyona Grevên Birçîbûnê ya ji aliyê HDP’ê ve hat avakirin jî ji destpêkê ve piştevaniyê dide kampanyayê û gellek hevdîtinan bi van rewşanbîran re kir. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Azad Bariş ê di vê kordînasyonê de cih digire têkildarî kampanyayê axivî.    ‘ME BI KESÊN XWEDÎ WÎJDAN RE TÊKILÎ DANÎ’    Bariş çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê hat destpêkirin bibîr xist û got: “Wezîfeya her kesî ye ku dengê însanek 173 roj in di greva birçîbûnê de ye ragihînin her deverê. Bêdengiya li dijî greva birçîbûnê jî tê rexnekirin. Guh girtina ji bo van grevan bi rastî jî dil dişewitîne. Guhnedana vî dengî û bêdengiya li dijî vê yekê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê me jî di çarçoveya vê kampanyayê de hem li hundirê welat û hem jî li derveyî welat me bi van kesên xwedî wîjdan û xwediyên xelatên giranbiha re têkilî danî.”    ‘ÎMZEVAN PEYAM DIDIN DINYAYÊ’    Bariş destnîşan kir ku di naveroka kampanyayê de azadiya Ocalan tê xwestin û wiha domand: “Îmzevan di serî de li dijî bêdengiyê peyam didin hikumeta Tirkiyeyê û hemû cîhanê. Her wiha ev kes ji mirovên li Tirkiyeyê ku xwedî heman fikirê ne destek dikin û li gel wan cih digirin. Di têkoşîna aştiyê û azadiyê de bi israr in. Peyama ‘Em jî azadiya Ocalan dixwazin’ didin. Çimkî azadiya Ocalan gava ewil a aştiya Rojhilata Navîn e. Ev însan hemû Ocalan dinasîn û pêve eleqedar dibin. Kampanya azadiya Ocalan daxwaz dike. Ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bicih bê divê hikumet gav biavêje û çi bikeve ser milê wan bikin.”    'WÊ KAMPANYA BI BERFIREHÎ DEWAM BIKE’    Bariş da zanîn ku kampanya bi berfirehî dewam dike û got: “Ew jî dizanin ku bêyî azadî xwestina Ocalan wê bi tu awayî zemîna aştiyê çênebe. Çi dibe bila bibe divê di taliyê de dewlet bi Ocalan re li ser maseyê rûnê. Em ê jî vê kampanyayê û kampanya pêkanîna aştiyê berfireh û mezin bikin.”     MA / Ferhat Çelîk